Eyarên Xwe Biguherin

Ji bo parastina ewlekariya daneyên we

Herwiha heke înternet tenê cihê wêneyên kuçikên ku kostumê dînazoran li xwe dikin bûya, pêwistiya şîfreyan nedibû.

Dema ku hûn hemû ‘’amûrên xwe ên hêja ên sanal’’ ên ku ji ser înternetê tên parvekirin û di cîhazên we de depo dibin tînin ber çavên xwe, hûn çima wan mîna bêrik an mifteya xwe neparêzin?

Rêyeke hêsan ya dijwarkirina gihaştina amûrên we ên giranbuha heye: texmînkirina şîfreyên xwe hesan nekin. Ji bo ketina hesabên we pêdîvîya gelek kesan bi hunereke teknîkî ya taybet tuneye – vê yekê tene dikarin bi çend texmînên di derheqê parolayên we de an bi xebitandina bernameyeke otomatîk dikarin bikin.

Û dema ku têkevin hesabekê, vê şifreya bidestxistî dikarin di hesabên din de bicerîbînin, di derheqê we û hînbûyînên we de agahiyan hev bidin, dikarin hesabên we dewr bistînin û hetta dikarin nasnameya we ya dîjîtal bi kar bînin.

Dema ku we Detoksa Daneyan sepand, ji bo zêdekirina ewlekariya online hûn dê gavên pratîk hîn bibin.

Ka Em Dest Pê Bikin!


1. Deriyê Xwe ê Dîjîtal Bigirin

Screen locks: Yek ji hin parastinên herî baş ên li hember wan kesên ku dixwazin bikevin cihaza we; mifteyên şaşeyê, şîfre, xêz, şopên tiliyê an nasnameya wecih e. Lê li wir cureyên cuda hene û biryardayîna ji bo we a herî baş dibe ku zehmet be. Di telefon, tablet an computerekê de heyîna mifteyeke ji rêzê , ji tunebûna mifteyê bêhtir fêdeyê dide we. Û mîna cureyên mifteyên cuda ên ku hûn bi deriyên xwe ve vedikin hin mifteyên şaşeyê jî ji ên din bi hêztir .

Di nav hemû mifteyan de şifreyên dirêj û bêmînak ên herî bi hêz in. Ev yek tê vê wateyê ku, heke hûn mifteya cihaza xwe bi şîfreyê vedikin divê ev herf, hejmar û simgeyên taybet di xwe de bihewîne.

Em bibêjin ku ji bo ku hûn telefona xwe vebikin we şaşeyê bi hêsanî şemitand. Bi diyarkirina şîfreyeke dirêj hûn dikarin ewlehiya xwe hêdî hêdî bilind bikin. An hûn niha mifteyeke xêzan bi kar tînin? Fikara dirêjkirina xêzê çawa ye? Hûn ji bo PINê 1234an bi kar tînin? Ji dêvila vêya zarekê heft caran biavêjin û van nimareyan jiber bikin, çawa ye?

Guherînên biçûk, di warê kontrolkirina cîhazên we de alîkariya we dikin.

Di derheqê mifteya şaşeyan ên bi hêz ji bo ku hûn bêhtir agahî bi dest bixin li beşa Mifteyên Xwe Ên Ekranê Bi Hêz Bikin binêrin.


2. Tişta Rast Têxin Hundir

Avakirina şîfreyeke baş hêsan e. Yekane tişta ku hûn dê bikin tenê şopandina çend rêgezên bingehîn in.

Divê şîfreyên we wisa bin:

  • Dirêj: Divê şîfre herî kêm ji sê hêmanan pêk were. 16-20 hêman hîn baştir e.
  • Resen: Divê her şîfreyeke ku hûn bi kar tînin ji bo her malperê cuda be.
  • Rasthatî: Divê şîfreya we ji pêrgaleke bi mantix pêk were an divê bi hêsanî were texmînkirin. Di vê xalê de rêvebirên şîfreyan gelek dibe alîkar.

Şîfreyên herî bi hêz herf, hejmar û ên xwedî hêmanên taybet in. Ev pêşniyara ku digihîje rabûrdiyê hîn jî parolayên bi hêztir û texmînkirina wan zehmet ava dike. Hin pêrgalên şîfreyan mixabin nahêlin ku em hêmanên taybet bi kar bînin (mîna @#$%-=+), lêbelê kombînasyoneke dirêj ya herf û hejmaran dîsa jî ji ya kin çêtir e.

Ya herî baş ev e ku, ji bo avakirin û veşartina hemû şîfreyên xwe divê hûn rêvebirek taybet ya parolayê bi kar bînin. Armanca bingehîn ya rêvebirên şîfreyan ên mîna 1Password, Bitwarden, û KeePassXCê ku ji alî psiporên ewlekariyê ve tê pêşniyarkirin, parastina nasname û daneyên we ên din ên taybet in.

Ji bo avakirina şîfreyên bi hêztir û di derheqê bikaranîna rêvebirên şîfreyan de bidestxistina hîn bêhtir agahîyan ya rast têxin hundir: Li beşa Parolaya Xwe Bi Hêz Bikin Binêrin.


3. Mifteya Duyem Lê Bar Bike

Avakirina rastandina nasnameyê ya pirgavî (MFA) an rastandina nasnameyê ya du gavî (2FA), heke hinek karibin bigîhêjin şîfreya we tê vê wateyê ku ji bo ketinê dê ne xwedî mifteyeke pêvek be.

Ji bo dîtina eyarkirin an nekirina ev mifteya zêde li eyarên ewlekariyê ên sepan û malperên ku hûn herî zêde bi kar tînin binêrin. Ji ên herî girîng destpê bikin - Bo nimûne; mîna sepanên fînansê an e-nameyê, xizmetên ku hûn ji bo hesabên xwe xelas bikin bi kar tînin.

Google:

 

Facebook:

  • Hamburger menû →
  • Eyar
  • Ewlekarî û Destpêk
  • Rastandina Nasnameyê Ya Du Gavî Bi kar bînin

Serbend: Dema eyarkirina rastandina du gavî, divê ji bo teyîtkirina nasnameya xwe hûn rêbazeke duyemîn hilbijêrin. Hemû awayên rastandina nasnameyan ya du gavî di heman astê de ewlekarî nade. Ji şêweya herî ewle ya 2FAyê ber bi ya kêm ewle:

  • Mifteya ewlekarîyê ya fîzîkî (an cihaza ‘U2F’)
  • Koda ji bo yek carî ya bi rêya sepana rastandina nasnamaeyê
  • Koda yek carî ya bi rêya E-nameyê
  • Koda yek carî ya bi rêya peyaman metnî. ( Her çiqas peyamên SMSê awayê kêmtirîn ewle ya 2FAyê be jî, ji tunebûna 2FAyê ewletir e.)

Di derheqê parastina hesabên xwe ji bo bidestxistina bêhtir agahiyan Li gotara Deriyê Xwe Ê Dîjîtal Mifte Bikin: Li Ewlekariya Hesaba Xwe Baldar Bin, binêrin.


4. Amûrên Xwe Ên Giranbuha Ên Sanal

Hûn çawa girîngiyê didin amûrên xwe ên giranbuha ên malê, divê hûn vî tiştî ji bo agahiyên bi awayekî sanal ku we veşartiye jî bikin -mîna qeydiyên we ên bankayan, pasaport, navnîşan an telefona we daneyên we ên takekesî ên herî giranbuha hêjayî cihê veşartinê û rewşa parastinê ne.

Heke hûn dema vexwarina qehweya xwe bixwazin çend sererastkirin û paqijî bikin, pir baş dibe. Agahiiyên diyarkirî ên di e-name an di hesabên xwe ên din de bigerin û jê bibin: Lêgerîna agahiyên sigortaya we ya tenduristiyê, agahiyên we ên bankayê an nasnameya we , çend hebên ji vanan e. Heke belgeyeke ku dê pişt re ji we re pêwîst be, berî ku hûn ji hesaba xwe ya e-nameyê jê bibin her dem dikarin daxin û bidin nivîsandin.

Paqijiyeke bi bergeh berfirehtir e û baş e ku mirov salê carekê bike. Hemû tiştên di e-nameya xwe û di medyaya xwe ya civakî de veşêrin, daxin computera xwe an ji bo destpêkeke nû naveroka hesabê jê bibin.

Serbend Tenê jê nebin, di heman demê de çopdank û dosyeyên xwe ên berdemî jî vala bikin!

Zêdekirina belge û arşîvên xwe, li ewrekê zêde kirin an li USByekê qeyd kirin biryara we ye. Hûn çawa veşêrîn jî ji veşartin û ji şifreya xwe bawer bikin. Ev yek ji bo bi wate ye.

Ji bo zêdetirîn agahiyên di derheqê bidestixistina ewlekariya agahiyên we ên online çav li gotara Hêmanên Giranbuha Ên Sanal: Tişta Ku We Bi Awayeke Online Veşartiye Biparêzin, bigerînin.


5. Ragihînin

Jibîrkirin hêsan be jî ji tora înternetê ango webê re ji ber sedemekê ‘’web’’ tê gotin. Bi rêya torên cuda, ne tenê weke ‘’hevalên’’ medyaya civakî, di heman demê de bi rêya wêneyên ku em parve dikin û kesên di e-nameyên me de ne, em hemû bi awayekî online girêdayî hev in .

Dema ku hûn hesabên xwe ewletir , şifreyên xwe bi hêztir û nameyên xwe paqijtir dikin tenê hûn ji vî tiştî sûd wernagirin. Hemû kesên ku hûn bi wan re di têkîliyê de ne jî bi hewldanên we hîn bêhtir di ewlehiyê de ne .

Dema ku hûn hesabên xwe ên medyaya civakî û e-nameyên xwe paqij dikin, ji bo alîkariya hogir an hevalên xwe ên kar hûn hin bêhtir dikarin çi daxin û jê bibin bifikirin: Dema ku agahiyên bankayê ên xwişk û birayên we, koda ketinê ya ofîsa we an jî kopîyeke pasaporta kurê we têkevin destên mirovên xerab tenê çend sedemên serêşiyê ne.

Bi Ên Din Re Parve Bikin! zêdekirina ewlehiya dîjîtal mîna şopandina çend gavên sereke hêsan e. Vê Detoksa Daneyan ji bo ku hînbûyînên xwe bi awayekî bi watetir biguherin, bi heval, malbat û hevalên xwe ên karî re parve bikin.

Heke ev gav bi kêrî we hatibin û hûn xwe aramtir hîs dikin, hûn çima Telefona Xwe Ya Nû Bi Hişyarî Pêş Naxin naceribînin?

Dîroka dawî ya guncankirinê 12/16/2022