Ji bo ku em ji agahiyên şaş ên online dûr bisekinin 6 serbend

Dibe ku ji bo sepan, malper û medyaya online, serbendên di derheqê jiyanê û şahiyan hewce be. Lê belê di nav van naverokên zêde de, ji nav van hêmanên ku hin nikarin bi hûrgilî li ser bisekinin, gihaştina agahiya ku hûn dixwazin dibe ku zehmet be jî.

Ya girîngtir, dema ku hûn di înternetê de bi vîdeo, wêne û gotarekê re rûbirû dimînin haydarbûna cudahiya di navbera rastî û çêkerê dibe ku zehmet be. Ji testên kesayetî ên ku dixwazin profîla we diyar bikin bigirin heta serenavên matmayî û heta vîdeo û wêneyên çêkirî ku we dikare ji bo rastîyeke din qane bike, tiştên ku hûn di înternetê de dibînin her dem ne weke ku xuya dikin.

Dibe ku gihaştina van agahiyên zêde hem bibe bext hem jî naleta we. Pirsgirêka sereke hem nediruşmkirina hin tiştan an jî ji ber xapîner bûna wan e. Ev rewş jî zanîna hin tiştan zehmettir dike… Em tenê behsa agahiyên şaş, ‘’nûçeyên qelp’’ û reklamên siyasî nakin… Sepaneke eletewş ya fîltreya wêneyan jî dibe ji bo armancên ku hûn qet li ser nefikirîne hatibe amadekirin. Bi sazîgeriya parastinê ya herî baş, hûn dikarin cudahiya pirsîna pirsên rexneyî yên ku bi vî awayî di navbera parodiyên bêxesar û xapandinan, di navbera naverokên xapîner û agahiyên ku bi têra xwe nehatine vekolan hîn bibin û tevî xalên bipirsgirêk hûn dikarin ji çavkaniyên bêewle haydar bibin.

Detoksa Daneyan da, piştî ku we bi nêzîkahî li berpirsiyariyên xwe mêze kir hûn dê dîmena mezin bibînin û dema ku li înternetê hûn pêşniyariyên di derheqê pirsên xwe, serenavên ku bi agahiyên şaş ve têkildar in û têgehên populer kişf bikin.

Ka Em Destpê bikin!


1. Di Afirandina Pêlan Da Li Hêza Xwe Hay Bibinn

Ecibandin, parve kirin, ji nû ve parvekirin… Ev çalakî têkîlîdayîna tiştên ku hûn li înternetê dibînin pênase dike - û çalakîyên we bi cudahiyeke mezin ava dike. Dema ku komeke mirovan bi wêneyekê, vîdeoyekê an jî bi parvekirinekê dikevin têkîliyê ev bilez belav dibin û weke pênaseya xwe dibin ‘’viral’’.

Rawestin û vê pirsê ji xwe bikin: ‘’Di înternetê de bandora min çi ye?’’ Herî dawî we kengî wêne, vîdoe, nûçe û gotereke matmayî an qirdik dît û bi hevalên xwe re parve kir? Lêkolîner dîtin Li gor lêkolîneran wêne û nûçeyên girîng ên ku îxtîmala wan a ku bibin vîral hene li ser we hestên mîna, tirs an ecibandinê ava dikin. Heke tişteke wisa hatibe serê we xwe xirab hîs nekin!

Gelo hûn dizanin? Bandora parvekirinan mîna lehîyê ye. Heke kesek gotarekê bi deh hevalên xwe re parve bike di nav çend çirkan de digihêje ji 100î zêdetir mirovî. Ev rewş vegera agahiyekê an sererastkirina xeletiyan têra xwe zehmet dike.

Parve Kirin Qedir Dayîn e

Parve kirin, cureyeke beşdarbûnê ye. Dema ku hûn tiştekê parve dikin (Tişteke hema wisa) di îxtîmala vîral bûna wê de hûn cih digirin. Heke agahiya ku hûn parve dikin qelp derkeve, hûn dixwazin nav û nasnameya we bi vê agahiyê were bilêvkirin? Berî ku hûn pêwendiyekê parve bikin, pê ewle bibin ku ew agahî ne derew û xesarok.


2. Berî Tijîkirina Wê Testa Kesayetê Du Caran Bifikirin

We herî dawî kengî (weke fîltreyên dîtbarî û nivîskî) we testeke ku ji van sernavan pêk tê dît:

  • Hûn ji kîjan jenerasyonê ne?
  • Ajala ku we pênase dike kîjan e?
  • Hûn kîjan lehenga xerab ya Dîsneyê ne?
  • Ji bo we betlane ya herî baş tê çi wateyê?
  • Hûn kîjan lehenga Fîlmê Game of Thronesê ne?
  • … û lîste bi vî awayî dirêj dibe, diçe!

ji bo kategorîzekirina kesayeta xwe daneyan berhev bikin, modelên psîkometrîk.

Gengaz e ku ev testên kêfî ji bo midaxilkirina we jî hatibin sêwirandin lê dibe ku ev pirs xwe dispêrin mînakên ku ji wan re şêweyên psîkometrîk û bi vê yekê jî ji bo kategorezîkirina kesayeta we agahiyan berhev dikin. Pîvana profîlkirina derûnî ya herî zêde tê bikaranîn, ji bo kesayeta we an mirovên mîna we bi awayekî herî bibandor hedef bistîne, li gor 5 tiştan dipîve: zelalî, berpirsiyarî, çalak bûn, hevsengiya hestyar û hevkêşî (Kurtkirina wê ya bi ingilîzî OCEAN, di heman demê de ‘’Modela Pênc Hemanan’’ jî tê gotin).

We dizanîbû? Ev testa kesayetiyê tam jî serê Facebook û Cambridge Antalyticayê di mijara profîlkirinê û bêyî haya bikarhênaran hedef stendinê, xist derdê.

Bersîvên we yên testekê mîna ji pirsa ‘’Hûn kîjan lehengê/a Sîmpsonê ne?’’ pêk tê, tevî hînbûyînên we yên din ji alî înterneta we ya gerik, sepanên we an jî hêmanên ku bi kartên endamtiyê yên dikanên we ve têkîldar in, di derheqê kesayetiya we û mijarên ku hûn bi wan eleqedar in agahiyan dide. Bi vî awayî di derheqê stendina pêlavekê de, di warê we qanekirinê de dibin xwedî agahî û heta hilbijartinên pişt re ji bo ku hûn bi awayekî diyarkirî hilbijêrin, ji bo qanekirina we dibe ku profîla we amade bikin.

Bêhtir sur veşêrin

Dema ku hûn agahiyên kesayetî difikirin tiştên ku ewil tên hişê we dibe ku şifreyên we, hejmara we ya nasnamayê an agahiyên hesaba we ya bankayê be. Lê belê kitekitên din ên di derheqê mîna tiştên ku we ditîrsînin, aciz dikin û daxwazên we di heman pîvanê de kesayetî ne. Ev kitekit ji alî vekolerên daneyan ve, wek şexsekê/î bi zanîna tiştên ku we kêfxweş dike binirx tê dîtin. Berî ku hûn ji bo test an ankêtekê agahiyên wekhev parve bikin du caran bifikirin.

Hûn dikarin berî hilbijartinên siyasî serbendên detoksa daneyan li vir bibînin.


3. Nexapin

  • ‘’Hûn ê li hember van surrên xweşikiyê matmayî bimînin(Ya hejmara pêncan dê we şaş bike!)’’
  • ‘’Ecêb e! Her roj vêya xwar û niha…’’
  • ‘’Mirov Li Hember Segê Avî: Tiştên ku pişt re qewîmî ne, dê we matmayî bikin…’’

Herî dawî we kengî tikand ser vîdeo an serenaveke wisa? Mîna van hevokan dema ku weke nasandina tiştekê xuya dikin we beralî naverokên cuda ku hûn ne li hêviya wan in dikin? Dibe ku serenav mirov kelecanî dike lê ya rastî gotar acizker bû. Di herî dawî de hûn şaş nebûn.

Sedema vê tiştê ev e ku hûn ketine xefika tikandinê.

Xefka tikandinê, navê serenavên çewt an ecêb in ku, mirov ji bo tikandin û bikaranîna van lînk û serenavan tên teşwîqkirin. Gotar, vîdeo an wêneyek çi qas balê bikêşe ew qas jî pere bi dest dixe. Ango afirînerên rûpelên mîna van, ji bo pêkanina tikandin an parvekirina naverokan xwedî armanc in.

Platformên ku hûn bi kar tînin (mîna Facebook û Instegram) li gor profîla kesayetiyê ya di derheqê we de, ji bo tevgera hestên we li ser zêdekirina îxtîmala tikandina rûpelan dibe ku hûn rastî serenavên ku hatine takekesîkirin bibin hatine avakirin.

Xefka tikandinê dibe ku bi agahiyên çewt re be, lê her rewş di her demê de ne pêwîst e wisa be. Dema ku hûn li xefkên tikandinê hay bibin li YouTube, blog û rûpelên rojnameyan de hûn ê bikaribin wan ferq bikin.

Bigihêjin Kaniya Wê

Dema ku hûn rastî xefka tikandinê hatin bi serenavê nexapin. Heke mîna pêwendiyeke ewle xuya dike, bitikînin gotarê û lê mêze bikin ku nivîskar kî ye, kengî weşîyaye û kîjan çavkaniyan referans nîşan daye. Di hundirê gotarê de dibe ku derheqê heyîna reklam an naverokên ku hatine kirîn hin agahî hebin an dibe ku mîna quncnivîs hatibe kategorîzekirin. Hûrgiliyên bi vî awayî, di warê heqkirina enerjiya we ya nivîsê alîkariya biryardayîna we dike.


4. Li Qelpan Hişyar Bibin

Deep Fake ango qelpezaniya mejiyê çêkirî, bikaranîna wêne, qeydiyên dengan an vîdeoyan e ku ji bo axaftin, tevger an wecihê yekî bi awayekî dîjîtal hatiye guhertin. Qelpezaniya mejiyê çêkirî têgeheke ku di serdema nêz da dihat bikaranîn lê di rastiyê de bi vî an bi wî awayî demeke dirêj di jiyana me de ne (Wêneyekî ku di 1917an de hatiye girtin Cottongley Fairies, Milyaketên Cottingley mîna ku di fîlmê Forrest Gump de ku dîroka wê 1994 e hatibe bikaranîn).

Hilberîna cheap fake an qelpezaniya mejîyê çêkirî yê erzan hîn hêsantir e; ji bo naverokên bi vî awayî şaş hatine beralîkirin teknolojiyeke pêşketî ne hewce ye; ji bo bi hêsanî li ser wêne an vîdeoyekê bicihkirina serenava şaş an xêzkirina bûyereke rojevê bi bikaranîna naverokên kevin dikare were afirandin.

Di sala 2019an de, di serdema herî tund ya şewateyên Amazonê ên li Brezilyayê, navdar û polîtîkavanên mîna Emmanuel Macron ku Serokkomarê Fransayê ye wêneyên daristanên şewitî parve kirin; lê ev ne wêneyên rast bûn. Kovareke bi navê Mother Jones, ferq kir ku van wêneyên bûne vîral ne ji şewateyên Brezilyayê ên 2019an bû; dîroka wêneyan diçû heta sala 1989an jî. Mother Jones

Ev yek çawa çêbû? Senaryoya herî pêkan çavkaniyeke ku neyta wan ne xerab e ji bo çêkirina nûçeyê, bi lezgînî, bêyî lêkolîneke birêkûpêk li înternetê van wêneyên kevin parve kiriye. Pişt re jî bêyî derfeta sererastkirinê heta ku bibe vîral pêl bi pêl belavbûna nûçeyê.

Têkoşîneke bitevayî ya li hember naverokên qelp dibe ku pêkan xuya neke. Lê tiştekî bingehîn ku em ê bikaribin bikin heye: sebir

Ecele Nekin û Kişf Bikin Dema ku hûn bi Xefkên Tikandinê ve têdikoşin mîna ku hûn dikin, di serî de tişteke mîna ku hûn dibînin nepejirînin. Heke wêne an vîdeoyeke ku we dîtî bi we ecêb tê, vê hestê nas bikin û hesab bikin ku paşxaneya tiştên ku we dîtî jî heye. Ji aliyekî din ve, heke hûn lê hay dibin ku wêneyek li ser hev di rûpela we de cih digire an bi we re gelek caran tê parvekirin, vê yekê ji bo gihaştina çavkaniyê weke nîşaneyekê bibînin.

Di vê xalê de divê hûn hîn bêhtir pirsan bikin: Kî weşandiye(kîjan malper, nîvîskarê/a wê kî ye?) Kengî hatiye weşandin? Heke wêneyek be, bi rêya TinEyeyê TinEye kontrolkirineke berevajî ya wêneyê bikin û lê binerin ku bê hûn wekî din li ku dikarin bibînin.

Berî ku hûn nûçeyekê bi heval û malbata xwe re parve bikin, rastiya wê bipeyitînin bi rêya çavkaniyên nûçeyên ewletir kontrol bikin.


5. Di Înternetê De Rastiyê Bigerin

Têgeha ‘’Nûçeyên Qelp’’ ji bo vegotina naverokên rexneyî, bi têra xwe nehatine vekolan an nehatiye piştraskirin, ne rast an bi awayekî çewt hatine beralîkirin, henek û qelpezaniya înternetê jî di xwe de dihewîne tê bikaranîn. Nûçeyên qelp her dem bi neyta xerab belav nabin lê belê sedemên parvekirina wê her çi be jî encam bi piranî heman e: Kesên ku bi van nûçeyan rûbirû dimînin, ji rastiya tiştekî çewt û ji pêkhatina tiştekî ku pêknehatiye bawer dikin.

Bi awayê herî baş, dibe ku ev yek ‘’pêsireke’’ an jî ‘’capsek’’ qirdik be. Bi awayê herî xerab jî dibe ku agahîyeke çewt ya tenduristiyê an angaştên siyasî yên qelp bin.

Digel hewldanên zêde ên di derbarê pirsîna pirsên rexneyî û lêkolînên ku bi nivîsên me xwendiye ve têkîldar in, hîn jî dibe ku mejiyê we tevlihev bikin. Lê vê zanibin: Hûn ne bi tenê ne!

Bila Her Kes Were Ser Karê Xwe

Heke malperek xeletiyên xwe napejirîne, nayê wê wateyê ku xeletiyan nake. Wisa ye ku, weşanên herî ewledar, wan kes û hetta yekeyên ku karên wan ên bingehîn rastandin e û di mijara heqîqetê de gelek hesas in dixin ser kar.

Dema ku xeletî kirin li çavkaniyên ku rastandinê dikin bigerin. Ya baştir, di destpêka nivîsê de weke kurte dayîna nûkirineke(rojanewerî) wisa ye.

Herwiha amûrên înternetê ên ku bikaribin alîkariya we bikin jî li vir hene. Politifact, Snopes, Teyit û Doğruluk Payı ji bo peyitandina efsane û gotegotan, nivîskar, êditor û kesên din dixe ser kar û li hember agahiyên çewt têdikoşe. Pêvekên mîna NewsGuard, TrustedNews, û Official Media Bias Fact Check Icon jî di derheqê her malperên nûçeyan ku hûn dişopînin puandayîn, piledayîn û raporan nîşan dide. Hûn dikarin pişt re van agahiyan ji bo biryardayînê jî bi kar bînin.

Hetta hûn dikarin vekolana mijarekê bi xwe jî bifikirin. Ji bo ku hûn bi awayekî baldar rastandinê bikin hûn dikarin Tactical TechêThe Kit bi kar bînin.

6. Nepoxa Xwe Ya Fîltreyê Biteqînin

Malper û sepan piştî profîleke ku di derheqê warên we ên pêwendiyê de ava dikin hûn dikarin xwe di nav nepoxeke fîltreyan de bibînin. Di vê xalê de xizmetên ku we ji wan sûd wergirtiye bêhtir nûçeyan pêşkêşî we dikin. Baş e, ev yek tişta ku hûn dibînin çawa sînordar dike an diguhere?

Youtube mînaka herî berbiçav ya platforman e ku li gor naverokên borî ku we temaşe kirine tiştan pêşniyar dike (Ji vê yekê re ‘’sererastkirina algorîtmîk’’ jî tê gotin) lê mekanîzmayên ku dişibin hev di Netflix, Spotify, Instegram û rûpelên kişfê û di Amazonê de jî tê dîtin.

Cih girtina di vê nepoxa fîltreyê de, mîna di gotara Blue Feed, Red Feedê de jî tê nişandan, mirov bi tevahî nûçeyên cuda, serenavên cuda û reklaman dibînin. Mavi Besleme, Kırmızı Besleme

Dîtina naveroka ku ji bo hatiye bijartin dikare weke tişteke baş xuya bike. Lê vê mînakê binirxînin: eleqeya we ya li ser vîdeoyên perwerdekirina kuçikan heke çawa vîdeoyên weke wan pêşniyarî we dike eleqeya cîranê we ya li ser teoriyên komployê yên di heman platformê de jî dê wê/wî bêhtir beralî teoriyên komployê bike. Bi pêkaniya herî xerab, nepoxên fîltreyî cîranan, civatan hetta neteweyeke mezin jî dikare cihê bike.

Lê Hay Bibin Ku Hûn Di Nepoxeke Fîltreyî De Ne An Na! Bi heval an endameke malbatê re rûnên û berawird bikin ku di sepanên nûçeyan an di rûpelên medyayên we ên civakî de hûn kîjan serenavan dibînin. Hûn bi encaman mat man? Hûn di nepoxên cuda de ne an di heman nepoxê de ne? Di her rewşê de, ji bo şopandina serbendên vê Detoksa Daneyan pêşniyar bikin!

Heke hûn di malper an sepanan de lê hay dibin bê naverokên ji bo we bi awayekî algorîtmîk hatine sererastkirin û sêwirandin, pirs ev e: Hûn dê çawa derkevin derveyî vê nepoxa fîltreyan?

Nûçeyên Xwe Curedar Bikin!

Yek ji wan rêbazên herî baş ya teqandina nepoxa we ya fîltreyan, nûçe û agahiyên ku we stendî di hewzeke ku ji fikarên cuda û ji malperên cuda pêk tê berhev kirin û endamtiya xizmetan e. Rûpelên RSSyê ên ku tên de dîtin û mijarên bergehfireh cih digire, ji bo dîtina derveyî nepoxa we dikare alîkariya we bike. Ji bo destpêkê Global Voices û The Syllabus bijardeyên gelek baş in.

Heke we ev pêşniyaran, bifêde dîtibe ji bo bêhtir serbendên Detoksa Daneyan çav li serenava Ji bo Geşedana Tenduristiya Xwe Ya Dîjîtal ji Rawêjan Dûr Bisekinin bigerînin.


Hevkarên Projeyê Logoyên IFLA û zarokan qeyd bikin!

Ya ku ji alî Neteweyên Yekbûyî ve tê fînansekirin Logoya NY

Dîroka dawî ya guncankirinê 12/16/2022